Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê Amerîka jibo Hevdîtinên bi Talîbanê re Diçe Dohayê


Tom West

Berdevikê wezareta karên derve ya Amerîka Ned Price îro Sêşemê dîyar kir ku Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Afganistanê Tom West dê di hefteya pêş de erdana Dohayê bike û du rojan bi rêberên Talîbanê re hevdîtinan pêk bîne.

"Ewê mijarên berjewendîyên me yên neteweyî yên jiyanî yên li Afganistanê gotûbêj bikin. Tekoşîna dij-terorîzmê, derbazbûna ewle ya hemwelatîyên Amerîkî û Afganî yên ku pêbendîyek taybet ya me bi wan re heye û alîkariya mirovî û her wiha rewşa aborî ya welat di nav wan mijaran de ne," Price got.

Nûnerê Amerîkî, Tom West, di destpêka vê mehê de beşdarî civîneke bi navê Koma Troika ya berfireh bû, ku ji Pakistan, Çîn, Rûsya û Amerîka pêk tê û bo nîqaşkirina rewşa Afganistanê hatibû ava kirin.

Hevdem, Komê bi nûnerên payebilind yên Talîbanê re jî hevdîtin kiribû.

Tom West, wek endamê şandeya Amerîkî di Cotmehê de beşdarî civînên bi karbidestên Talîbanê re yên li Dohayê bû, yên ku piştî vekişîna Amerîka ji Afganistanê di 31'ê Tebaxê de, di navbera Washington û Talîbanê de danûstandinên cara yekê bû.

Piştî ku Talîbanê di 15'ê tebaxê de desthilatdarî ji hikûmeta Afganîstanê ya ku ji aliyê rojava ve tê piştgirî kirin, wergirt û jiber paşvekişîna dem û dest geşepêdana biyanî û aborîya welêt hilweşand.

Niha,li Afganîstanê kêmasîya dravê germ heye û rêberên Talîban di bin toleyên welatên rojavayî de ne.

Bi nêzîkbûna zivistanê , Afganîstana jixwe pir xizan di nav krîzekî mirovahî de ye. Bi mîlyonan Afganî di nava zêdebûna bihayên xwarinê û ziwabûnê de rûbirûyê birçîbûnekî mezin in.

XS
SM
MD
LG