Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Amerîka û Talîbanê li Qatarê Cara Şeşan Kom Dibin


Nûnerên Amerîka û berpirsên Talîbanê cara şeşan li Doha ya paytexta Qatarê kom bûn.

Di civînê de Zalmay Xelîlzad ya bi eslê xwe Afgan e Amerîka temsîl dike û di danûstandinan de dixwaze ku Talîban agirbestê ragihîne.

Talîban jî dixwaze ku Amerîka leşkerên xwe yên li Afganistanê vekişîne.

Hîn nayê zanîn ku encama civînê dê çibe lê hin jêderên dîyar dikin ku di hevdîtinên Washington û Talîbanê de pêşketin çêbûye.

Hêjayî bîrxistinê ye, Amerîka di sala 2001an de bi operasyonan Talîban ji desthilatê gêr kiribû.

XS
SM
MD
LG