Qesira Sipî ragihand ku rêvebirîya Amerîka û Kongres ser parastina statuya Taywanê dixebitin.
Berdevika Qesira Sipî Karine Jean-Pierre da zanîn ku rêvebirî û Kongres bo tedbîrên ser neguherîna statuya Tawyanê danûstandinê dikin.
Jean-Pierre zêdetir agahî neda û ser statuya niha ya Taywanê jî tiştek negot.
Karbidestên Amerîkî û welatên Ewrupî îsal serdana Taywanê dikin û Çîn ser van serdanan nerazîbûna xwe nîşan dide.
Çîn dide Taywan axa wê ye, lê ew girav dide zanîn ku ew welatekî serbixwe ye û di kiryarên xwe de serbest e.