Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Tirkîyê Dijî Hevdu Xizmetên Vîza Rawestandin


Piştî Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê ragihand ku vîzayên ji Tirkîyê rawestandine, Balyozxaneya Tirkîyê ya li Washingtonê jî da zanîn ku vîza û e-vîzayên bo hemwelatîyên Amerîkî hatine rawestandin.

Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê do ji Twitterê dîyar kiribû ku ‘’bûyerên ku vê dawîyê qewimîne, kiriye ku hikûmeta Amerîka, teahûdên ku Tirkîyê bo ewlehîya tesîsên mîsyonan û karmendan daye jinûve binirxîne’’

Balyozxaneya Amerîkî dabû zanîn ku bo serdan kêm bibin, xizmetên vîzayê yên ne koçber yên li mîsyonên dîplomatîk yên li Tirkîyê hatine rawestandin.

Piştî daxuyanîya Balyozxaneya Amerîka, Balyozxaneya Tirkîyê ya li Washingtonê jî wek bersîv daxuyanîyeke ku mîna ya Amerîka weşand û dîyar kir ku xizmetên vîza yên bo hemwelatîyên Amerîka hatine rawestandin.

Hefteya borî, karmendekî Balyozxaneya Amerîka ya li Stenbolê bi tohmeta ‘’peywendîyên wî yên bi Rêxistina Terorî ya Fetullah Gulen (FETO)’’ hatibû girtin.

Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê ser vê girtinê bi awayekî tund nerazîbûna xwe ragihandibû.

Karmendekî Balyozxaneya Amerîka ya li Edenê jî di operasyoneke dijî Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) de hatibû girtin.

Wezareta Derve ya Amerîka, ji ser malpera xwe hişyariyek bo serdana Tirkîyê weşandibû.

Wezaretê di hişyariyê de bang li hemwelatîyên Amerîkî ku di van rojan de neçin başûrê rojhilata Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG