Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hemwelatîyên Xwe yên li Tirkîyê Hişyar Dike


Balyozxaneya Amerîka li Enqerê
Balyozxaneya Amerîka li Enqerê

Mîsyona Dîplomatîk ya Amerîka ya li Tirkîyê, bang li hemwelatîyên xwe yên li wî welatî kir ku dûrî xwepêşandanên li pêş nûnertîyên Amerîkî bisekinin.

Serokê Amerîka Donald Trump pêr Çarşemê ragihandibû dîyar kiribû ku ewê Orşelîmê êdî wek paytaxta fermî ya Îsraîlê bibînin û karbidestên Tirk dijî vê biryarê bertek nîşan dabûn.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dabû zanîn ku ewê biryara Trump herêmê bixe nav agirekî gur.

Mîsyona Dîplomatîk ya Amerîka bi daxuyanîyekê dîyar kir ku balyozxaneyên Amerîka yên li Enqere, Edene û Stenbolê ewê îro Înê jiber xwepêşandanên li ber e bibin, dirêjîya rojê tam ne vekirî bin.

XS
SM
MD
LG