Karbidestekî payabilind yê Amerîkî dîyar kir ku Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson dê hefteya pêş, di serdana xwe ya Tirkîyê de ji wî welatî sînordarkirina operasyona Efrînê bixwaze.
Tillerson di navbera 11 û 16’ê Sibatê de dê serdana Urdun, Tirkîye, Lubnan, Misir û Kuveytê bike.
Karbidestê Amerîkî ji Retuers’ê re da zanîn ku hemî civînên li van welatan dê zor derbaz bibin.
Karbidestê ku nav nehat eşkere kirin dîyar kir ku ew li bang li Tirkîyê dikin ku di operasyona Efrînê de û di operasyonên din yên li bakurê Sûrîyê nermtir bin.
Karbidestê Amerîkî da zanîn ku gotinên karbidestên Tirkîyê tund in û jiber vê jî hevkarîya bi wan re zor e