Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Careke Din Ji Tirkîyê Dixwaze ku Andrew Brunson Berde


Wezareta Derve ya Amerîka careke din ji Tirkîyê xwest ku qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku di hepsa malê de dimîne, were berdan.

Berdevka Wezareta Derve Heather Nauert, li ser pirsekê bi bîr xist ku çend roj berê Cîgirê Serok Mike Pence qala toleyên tund kiriye.

Nauert dîyar kir ku hikûmeta Amerîka û Tirkîyê bo Andrew Brunson gelek hevdîtinan pêk tînin û dîyar kir ew nikare derbarê toleyan ti agahîyan bide.

‘’Bêguman em dixwazin ku Brunsonê qeşe bi şûnde bişînin mala wî. Ew gaveke derengketî ye û em ji zû de li bendê ne. Ew bêguneh e.’’ Nauert got.

Nauert da zanîn ku veguhastina Brunson bo hepsa malê ‘’gaveke baş e, lê ne bes e’’

Nauert bi bîr xist ku Wezîrê Derve Mike Pompeo û hevtayê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu di dawîya hefteyê de bi rêka telefonê axifîne.

Berdevka Wezareta Derve bi berdewamî dîyar kir ku ew bo berdana xebatkarên armanca dîplomatîk yên li Tirkîyê jî hewildanên xwe didomîn.

Tirkîye, Brunson bi piştgrîya Fetullah Gulen û PKK'ê tawanbar dike û bo wî 35 sal cezaya hepsê tê xwestin

XS
SM
MD
LG