Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Berevanî yên Amerîka û Tirkîyê Ser Herêma Ewle ya li Sûrîyê Axifîn


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper û hevtayê wî yê Tirk Hulusî Akar bi rêka telefonê ser herêma ewle ya li Sûrîyê axifîn.

Pentagonê bi daxuyanîyeke kin ragihand ku her du wezîr ser rewşa rojhilata bakurê Sûrîyê, ewlekarîyê herêmê û peywendîyên dualî peyivîne.

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê jî dîyar kir ku Akar ji Esper dîyar kiriye ku ew li sînorên xwe metirsîyên dijî ewlekarîya xwe naxwazin.

Amerîka di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, hevkarîya dike lê Tirkîye dixaze ku ew hevkarî raweste.

Di daxuyanîya nivîskî ya Wezareta Berevanî ya Tirkîyê de hat gotin ku ger herêma ewlekarîyê çênebe ewê li gor armancên xwe tevbigerin.

XS
SM
MD
LG