Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Amerîka Dê Piştgirîyê Nede Operasyona Tirkîyê ya Dijî Bakurê Surîyê


Qesira Sipî ser operasyona ku Tirkîye dibêje ewê dijî bakurê Sûrîyê çêke daxuyanîyek belav kir.

Daxuyanîyê piştî axaftina Serok Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Amerîka dê piştgirîyê nede operasyonê.

‘’Tirkîye dê di demeke nêz de bo operasyona dijî bakurê Sûrîyê, ku ji zû de ye plana wê dike, dest bi tevgerê bike. Artêşa Amerîka dê piştgirîyê nede vê operasyonê û nebe beşeke wê’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, hêzên Amerîkî dê êdî li herêmên ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) xîlafet ragihandiye û piştre hatiye têk birin, tune be.

Qesira Sipî da zanîn ku berpirsê çekdarên DAIŞ’ê yên girtî yên li Sûrîyê dê êdî Tirkîye be.

Washingtonê ew demek e bang li welatên Ewrupî dikir ku hemwelatîyên xwe yên ku bûne çekdarên DAIŞ’ê û piştre hatine girtin, bi şûn de bistîne.

Qesira Sipî da zanîn ku berpirsê çekdarên DAIŞ’ê yên girtî yên li Sûrîyê dê êdî Tirkîye be.

XS
SM
MD
LG