Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka di Rapora Ser Azadîyên Olî de Tirkîyê Rexne Dike


Amerîka di Rapora Azadîyên Olî ya 2020’an de ragihand ku hikûmeta Tirkîyê sînordarkirina mafên kêmîneyên ne Misilman didomîne.

Rapora Amerîka dide zanîn ku pêkhateyên olî yên li Tirkîyê gava dixwazin îbadxaneyekê vekin yan wê birêve bibin bi dijwarîyan re rûbirû dimînin.

Di nav wan dijwarîyan de, nelihevkirinên ser milkan, mijarên hiqûqî yên di navbera hikûmetê û dêran de, hilbijartina bo rêvebirîyên weqfên olî û dersa olî ya mecbûrî ya li dibistinan hatin rêzkirin.

Ew rapor dîyar dike ku Alevîyên li Tirkîyê jiber karên bo perwerdeya li dibistanên dewletê û naverokên olî rastî kêşeyan têne.

Di raporê de Muzeya Ayasofya ya ku bo xizmetên mizgeftî hatibûn vekirin jî bi cîh girt.

Karbidestên Amerîkî bang li hikûmeta Tirkîyê kiribûn ku Ayasoyfa jinûve bike muze û gotibûn ku ewê wisa nîşan bidin ku ew bo bawerîyan rêz digirin.

Di raporê de bi berdewamî hat gotin ku dijî goristan û îbadetxaneyên kêmîneyan çalakîyên hovane li dar dikevin û bo mînakan jî êrîşên dijî dêrên Ermenîyan û goristanên Kirîstîyanan hat dayîn.

Rapora Amerîka dîyar dike ku hikûmeta Tirkîyê, Alevîyan dijî Mislimantîyê dibîne û tevî biryara dadgehê jî ew cemxaneyan hîn jî wek îbadetxane nabîne.

Ew rapor dide zanîn ku 99 ji sede nifûsa Tirkîyê Misilman e û 77,5 ji sedê wan Sunî ne.

XS
SM
MD
LG