Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Girêdayî Programa Mûşekên Balîstîk yên Îranê Toleyên Nû Ragihandin


Ala Îranê
Ala Îranê

Wezareta Xezîneyê ya Amerîka îro Çarşemê ragihand ku wan mirovekî li Îranê Mihemed Elî Huseynî û tora kompanîyên wî kirine lîsteya toleyan.

Wezaretê di daxuyanîya xwe de, Mihemed Elî Huseynî bi alîkarîya Îranê tawanbar kir; bo peydakirina berhemên bernameya mûşekên balîstîk tawanbar kir.

Wê da zanîn ku Huseynî bo piştgirîkirina bernameya mûşekî ya Îranê gazên xebitandina mûşekên balîstîk û berhemên din yên pêwîst, peyda dike.

Mihemed Elî Huseynî hevdem ji hêla wezareta Xezîneyê ve bi peydakirina berhemên bo Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) jî hat tawanbar kirin.

Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) yan Heza Qudsê berpirsê lêkolîn û pêşxistina mûşekên balîstîk e û herwiha di bin toleyên Amerîka de ye.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî got ku piştî êrîşa mûşekî ya Îranê ya ser Hewlêrê û êrîşa mûşekî ya Hûsîyan ya bi destê Îranê ya dijî bingeheke Aramco ya Saudî di vê mehê de, ev biryara hatiye girtin.

Xezîneyê da zanîn ku biryara toleyên îro hatine ragihandin, hemû hebûnên Huseynî û kompanîyên wî dicemidîne û bo Amerîkîyan bazirganîya bi wan re qedexe dike.

Di nava kompanîyên ku ser wan tole hatine dîyar kirin de , Jestar Sanat Delijan,Sina Composite Delijan Co. û P.B. Sadr Co yên bingeh li Îranê hene.

Xezîneyê ew kompanîyana tawanbar kir ku ser navê kompanîya Parchin Chemical Industries tevdigerin, ya ku hêmanek ji rêxistina pîşesaziya berevanîyê ya Îranê ye û hevdem di bin toleyên Amerîka de ye.

XS
SM
MD
LG