Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dijî Operasyoneke Nû ya Tirkîyê li Sûrîyê Ye


Berdevikê wezareta derve yê Amerîka Ned Price
Berdevikê wezareta derve yê Amerîka Ned Price

Amerîka di derbarê planên serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan bo destpêkirina operasyonên leşkerî yên nû li ser heremên bin kontrola Kurdan li bakur û rojhilata Sûrîyê fîkara xwe dîyar kir.

Berdevikê Wezareta Derve yê Amerîka Ned Price anî ziman ku her êrîşeke nû li bakurê Sûrîyê wê aramîya herêmê têk bibe û hêzên Amerîkî bixe xeterîyê.

"Em di derbarê rapor û nîqaşên ser zêdebûna çalakîyên leşkerî yên potansîyel li bakurê Sûrîyê xwedî fîkarên kûr in, bi taybet jî jiber bandora operasyoneke wiha ya ser gelê sivîl ya li wir."

Price bi berdewamî dîyar kir ku Amerîka fikarên ewlekarî yên rewa yên Tirkîyê li ser sînorê başûrê wî welatî haydar e. Lê, wî got ku her êrîşek nû wê aramîya herêmê bêtir têk bibe û hêzên Amerîkî û kampanyaya hevpeymanîyê ya dijî DAIŞ'ê bixe xeterîyê.

Price herwiha got ku Amerîka li bendê ye ku Tirkîye li gor daxuyanîya hevbeş ya Cotmeha 2019'an ya agirbestê tevbigere.

"Divê Tirkîye rêz li pîvanên agirbestê bigire ku di nav de rawestandina operasyonên êrîşker li bakurê rojhilata Sûrîyê jî heye. Girîng e ku hemû alî rêz li herêmên agirbestê bigirin û biparêzin da ku aramî li Sûrîyê xurttir bibe û hemû alî bo çareserîya siyasî ser vê aloziyê re bixebitin.”

Erdogan roja Duşemê ragihandibû ku Enqere wê di demeke nêz de dijî herêmên Kurdên Sûrîyê, dest bi operasyonên leşkerî yên nû bike ku bi kûrahiya 30 km heremên ewle ava bike.

Serokê Tirk sedema operasyonên leşkerî yên nû li ser sînorên xwe yên başûr wek gefa terorê ji wan herêman dîyar dike.

XS
SM
MD
LG