Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka: Washington Piştgirîya Yekîtîya Axa Ukrayna Dike


Blinken û Wezîrê Derve yê Ukrayna Kuleba

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bi rêka telefonê bi Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmitro Kuleba re axifî.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyekê ragihand ku Blinken ji hevtayê xwe re dîyar kiriye ew li hember ‘’êrîşvanîya Rûsya’’ piştgirîya xwe ya bo Ukrayna didomînin û ew alîgirê yekîtîya axa wan in.

Jiber dagirkerîya li Qirimê û piştgirîya Moskowê ya bo serxwebûnxwazên li herêma Donbasê, di navbera Urkayna û Rûsya de krîza sîyasî heye.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka, Blinke ji Kulube re fikarên xwe yên ser rojhilata Ukrayna gotine û bo çar leşkerên di rojên borî de hatibûn kuştin sersaxî xwestiye.

Artêşa Ukrayna di 26’ê Adarê de ragihandibû ku çar leşkerên wê bi êrîşên Rûsya hatine kuştin ku bi wê re girjîya li herêmê jinûve gur bûbû.

Berdevikê Pentagonê John Kirby, berî daxuyanîya Wezareta Derve ji rojnamevanan re dîyar kiribû ku wan hay ji tevgerên yekîneyên Rûsya heye.

Kirby gotibû ku ew agahîyan ji artêşa Ukrayna distînin, lê wî ti hûrgilî nedabû.


XS
SM
MD
LG