Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Ukrayna Alîkarîyeke Nû ya 800 Mîlyon Dolarî Dişîne


Hikûmeta Amerîka bo Ukrayna alîkarîyeke nû ya 800 mîlyon dolarî ragihand.

Bi alîkarîya dawî, Amerîka ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve ji Kîevê re 2 mîlyar û 600 mîlyon dolar alîkarî dişîne.

Serok Joe Biden bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku ew bi Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy bi rêka telefonê ser alîkarîyên nû axifîye.

Biden dîyar kir ku wî ji Zelenskyy re gotiye di paketa nû ya alîkarîyê de çek, kelûpelên û pêdivîyên din yên ewlekarîyê hene.

‘’Artêşa Ukrayna çekên em digêhînin wan bi bandoreke hilweşîner bi kar tîne. Rûsya hazirîyê dike ku êrîşên li Donbasê gurtir bike. Amerîka dê bo Ukrayna berevanîya xwe bike alîkarîyan bidomîne.’’ Biden got.

Wî da zanîn ku di paketa nû de sîstemên çekên giran, guleyên topan û maşîneyên bi zirx hene.

Serok Biden dîyar kir şandina helîkopteran jî hatiye pejirandin.

Biden bal kişand ku bi alîkarîyên Amerîka û hevbendên wê, Ukrayna rê li ber dagirkirina Rûsya girtiye û serokê wî welatî Vladimir Putin negihaye armanca xwe.

Wî dîyar kir ku ew nikarin rawestin û ewê ligel gelê wêrek yê Ukrayna bin.

Berdevikê Pentagonê John Kirby di brîfînga rojane de dîyar kir ku ew dikarin alîkarîyan berî operasyona Rûsya ya Donbasê bigêhînin ber destê leşkerên Ukraynî.

XS
SM
MD
LG