Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Hevbendên Wê Dê Ser Ewlekarîya Ukrayna Bicivin


Berdevikê Pentagonê John Kirby
Berdevikê Pentagonê John Kirby

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku karbidestên Amerîka û hevbendên wan dê di 26ê Nîsanê de li Almanya ser piştgirîya bo Ukrayna bicivin.

Reutersê ew agahî ji zarê Berdevikê Pentagonê John Kirby ragihand.

Kirby dîyar kir ku Wezîrê Berevanî Lloyd Auistin dê li Bingeha Esmanî ya Ramstein ya li Almanya bi hevbendan re ser ewlekarîya Ukrayna danûstandinê bike.

Wî da zanîn ku Amerîka bi vê civînê armanc dike ku bo ewlekarî û serwerîya Ukrayna çareserîyên mayînde bibîne.

Berdevikê Pentagonê eşkere nekir ku çend hevbend dê beşdarî civînê bibin.

XS
SM
MD
LG