Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka li Bendê Ye Welatên Din jî Piştgirîya Ukrayna Bikin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Amerîka li bendê ye ku welatên din jî arîkarîyê bidin Ukrayna.

Reutersê ew agahî ji zarê Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki ragihand.

Psaki dîyar kir ku ew li bendê ne ku welatên din jî bo Ukrayna hin gavan biavêjin û da zanîn ku ewê hewildanên xwe yên bo arîkarîyan bidomînin.

Serokê Amerîka Joe Biden roja Pêncşemê bo piştgirîya Ukrayna ji Kongresê 33 mîlyar dolar xwest.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Rûsya bo tevgerên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê Amerîka û welatên Rojava wan tevgeran wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.

XS
SM
MD
LG