Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Pirtir ji Nîvê Amerîkîyên Giheştî Vaksîn li Xwe Dane


Qesira Sipî ragihand ku pirtir ji nîvê Amerîkîyên giheştî temamê vaksînên vîrusa korona li xwe xistine.

Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kiribû ku ewê heta 4’ê Tîrmehê, ku roja serxwebûna welêt e, bikin ku 70 ji sedê giheştîyan vaksînan li xwe bidin ku hîn ji wê rojê re 6 hefte hene.

Rêvebirên federal, yên herêmî û yên eyaletan hewil didin ku kesên vaksîn li xwe nedane wê bikar bînin û li alîyekê jî ew dijî dudilî, tirs û agaihîyên şaş yên ser vaksînan têkoşînê dikin.

Yek ji şîretvanên payabilind yên Qesira Sipî yên bo COVID-19 Andy Slavvit ji Twitterê dîyar kir ku nîvê giheştîyên Amerîkî vaksîn li xwe dane.

Seroka Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) Rochelle Walensky roja Sêşemê dîyar kir ku hejmara pêketinên vîrusa korona li gor hefteya borî 25 ji sedê kêmtir bûye.

Walensky da zanîn ku ew hêvî dike ku kêmbûna keysan bidome û got ku divê ew bi tedbîr tevbigerin.

Jimareke herêman, ku hejmara wan roj bi roj zêdetir dibe,dawî li tedbîrên dijî vîrusa korona tînin û rêwîtîya di navbera eyaletan de jî ji berê zêdetir dibe.

XS
SM
MD
LG