Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Têkoşîna Dijî Vîrusa Korona 100 Mîlyon Dolar Alîkarî Dide


Rêvebirîya Amerîka dîyar kir ku ew dikarin heta 100,000 dolar pere bidin Çîn û welatên din yên di bin bandora vîrusa korona de mane.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ew dê vê alîkarîyê bo têkoşîna dijî vîrusa korona bidin.

‘’Ger em tev bixebitin, em dikarin dijî gefên vîrusa korona yên roj bi roj zêde dibin gaveke girîng biavêjin’’ Pompeo got.

Wî bang li dewletên din yên cîhanê kir ku dijî vîrusa korona alîkarîyê bidin.

Komîsyona Saxlemîya Neteweyî ya Çînê ragihand ku hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane bûye 636.

Li gor daneyên komîsyonê, vîrusa korona li seranserê Çînê ketiye canê 31161 kesan

XS
SM
MD
LG