Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka: Divê Termê Xaşiqcî Demûdest Were Dîtin


Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Robert Palladino dîyar kir ku divê cîhê termê rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqicî were eşkere kirin.

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin û Rîyadê piştre ragihandibû ku Xaşiqci di hindurê konsulxaneyê de hatiye kuştin.

Palladiono da zanîn ku divê termê Xaşiqcî demûdest were dîtin û ew bo binaxkirinê radestî malbata wî bibe.

Wezîrê Dadê yêe Tirkîyê Abdulhamît Gul dîyar kir ku wan ser vekolîna kuştina Xaşiqcî bi nivîskî û devkî ji Erebîstana Saudî pirs pirsîne, lê ti bersîv nestandine.

Rêvebirîya Rîyadê ragihandibû ku wan ser kuştina Xaşiqcî 18 kes desteser kirine, lê dîyar kiribû ku ew niha nizanin ku termê Xaşiqcî li kê derê ye.

XS
SM
MD
LG