Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Yemenê Banga Danûstandinên Aştîyê Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo

Amerîka dixwaze ku bo bidawîbûna şerê navxweyî yê li Yemenê, ku zêdetirê sê salan e didome, danûstandinên aştîyê destpê bikin.

Hikûmeta Amerîka bang li alîyên cengê kir ku heta 30 roj agirbestê ragihînn.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo got ku ‘’Dema bidawîbûna pevçûnan’’ hat û dîyar kir ku di vê mehê de ewê danûstandinên aştîyê destpê bikin.

Berê jî bo bidawîkirina şerê li Yemenê hin hevdîtin pêk hatibûn lê ti encam ji wan derneketibû.

Pompeo da zanîn ku divê ji êrîşên Husîyan ya bi piştgirîya Îranê yên dijî Erebîstana Saudî rawestin û bang li koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Saudî jî kir ku êrîşên dijî herêmên sivîlên Yemenê bi dawî bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîka dîyar kir ku Nûnerê Taybet yê Yemenê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Martin Griffiths jî beşdarî danûstandinên aştîyê bibe.

Giriffiths ser hewildana Amerîka ya bo çêkirina aştîya li Yemenê razîbûna xwe ragihand û dîyar kir ku bi rêkên leşkerî li Yemenê ceng bi dawî nabe.

XS
SM
MD
LG