Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka: Me Biryara YSK'ê ya Ne Asayî Not Girt


Wezareta Derve ya Amerîka ser betalbûna hilbijartinên bajarvanîya Stenbolê daxuyanîyek weşand.

Berdevikê Wezareta Derve Morgan Ortagus dîyar kir ku ‘’lidarxistina hilbijartinên adil û azad û pejirandina encamên wê yên rêwa bo hemî demokrasîyan pêwîst e.’

‘’Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) piştî encamên hilbijartinên 31’ê Adarê pejirand biryar da ku hilbijarin jinûve li dar keve. Mîna dostên yên din Tirkîyê me jî ew biryara ne asayî not girt’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Wezareta Derve di daxuyanîyê de bang li Tirkîyê kir ku hilbijartina nû, bi qanûnan, li gor xwesteka endambûna bo Yekîtîya Ewrupa (YE) û cîhê xwe yê NATO de li dar bixe.

XS
SM
MD
LG