Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijêrên Amerîkî Dê Rengên 35 Kursîyên Civata Senatoran Dîyar Bikin


Di hilbijartinên seroktîyê yên 3’yê Mijdarê yên Amerîka de, 35 kursîyên Civata Senatoran jî dê dîyar bibin.

Li Civata Senatoran ya bi 100 kursî, 47 kursî di destê Demokratan de ne û 53 kursîyên din jî yên Komarîyan in.

Çavên Demokratan li eyaletên krîtîk in û ew hewil didin ku kursîyên Komarîyan yên dileqin bi dest bixin.

Civata Senatoran, di dewra pêşî ya Serok Donald Trump de piştgirî da wî.

Wê civatê dadgerên ku Trump bo Dadgeha Qanûna Bingehîn wek berbijar nîşan dabû, pejirandin û di lêpirsîna împîçkirinê de, ku Civata Nûneran hazir kiribû, piştgirîya Trump kiribû.

Di hilbijartinên 3’yê Mijdarê de 35 kursî dê dîyar bibin ku niha 23 di destê Komarîyan de ne û 12 jî yên Demokratan in.

Li 10 eyaletan reqabeta di navbera Demokratan û Komarîyan de tund e ku ew Alabama, Arizona, Colorado, Georgia, Iowa, Maine, Michigan, Montana, Teksas North Carolina ye.

Bi vî awayî, bo Komarîyan rîska wendakirina 10 kursîyan çêbûye û bo Demokratan jî ji 2 kursîyan re metirsî çêbûye.

XS
SM
MD
LG