Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî Şîna Hunermenda Dengxweş Whitney Houston Digirin


Stranvana dengxweş Whitney Houston

Amerîkî hîn jî şîna stranbêj û aktora navdar Whitney Houston digirin ku roja Şemîyê di 48 salîya xwe koça dawî kirîbû.

Hunermenda dengxweş Whitney Houston di jîyana xwe ya hunerê de Xelata Grammy qezenc kirîbû.

Whitney Houston yek jî hunermendên herî hezkirî ya cîhanê bû pirtir ji 170 mîlyon album û stranên wê li seranser cîhanê hatibûn firotin. Berhema we ya yekê ku li sala 1985’an derketibû, li seranser cîhanê 25 mîlyon heb hatibûn firotin.

Sedema mirina Houston hîn jî zelal nebûye û polîsên Amerîkî hîn jî vekolînên xwe didomînin ku sedema mirina wê bizanin.

Whitney Houston li salên dawî tûşî karanîna alkol û muxadaretê bibû. Ew li sala 1992’an bi stranvan Bobby Brown re zewîcîbû û li sala 2007’an zewaca wan bi dawî hatibû.

Kerem kin bi fotoalbuma jêrîn li çend wêneyên Whitney Houston binêrin:

XS
SM
MD
LG