Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorê Amerîkî, Tirkîyê Jiber Operasyona Efrînê Rexne Dike


Serokê Komîsyona Peywendîyên Derve ya Senato Bob Corker, Tirkîye jiber oprerasyona Efrînê rexne kir.

Corker bang li Tirkîyê kir ku dest jî êrîşên dijî hevkara Amerîka ya li Sûrîyê berde.

Senatorê Komarî ji Twitterê da zanîn ku operasyona Tirkîyê zararê dide têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ).

"Jiber ku Tirkîyê kontrola Efrînê bi dest xistîye, hevkarên me ji têkoşîna dijî DAIŞ'ê vedikişin û destkeftîyên me yên dijî rêxistinê re rîsk çêdibin" Corker got.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de hevalbenda Amerîka ye.

Corker dîyar kir ku divê hikûmeta Amerîkî rê li ber êrîşên Tirkîyê yên dijî hevalbenda wan bigire.

Senatorê Amerîkî da zanîn ku civata navneteweyî li hember êrîşên dijî sîvîlan rejîma Esad, Îran û Rûsya bêdeng e û êrîşên Tirkîyê jî birîna heyî kûrtir dike.

Wezareta Derve ya Amerîka jî ragihandibû ku jiber nûçeyên ser talana Efrînê ketine fikaran.

XS
SM
MD
LG