Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorê Amerîkî: Dema Ti Kes Tunebû Kurdan Pişta Me Girt


Serokê Amerîka Donald Trump û Senatorê Komarî Lindsey Graham ser vekişandina hêzên Amêrîkî yên li Sûrîyê hevdîtinek li dar xistin.

Graham dîyar kir ku wî di civînê de bi bîr xistiye ku vekişandina leşkerên Amerîkî dê bo ewlekarîya neteweyî metirsîyê çêke û ji Trump xwestiye ku bo vekişandinê nelezîne.

Senatorê Komarî da zanîn ku ew di civînê ser Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî axifîne û dîyar kir ku Trump naxwaze ku di navbera hêzên Kurdan û Tirkîyê de şer çêbe.

‘’Dema kes tunebû Kurd alîgirê me bûn û Serok jî dizane ew niha di çi rewşê de ne. Trump dê bi Tirkîyê re bi biaxife û dê temînata herêmeke ewle bide wan.’’ Graham got.

Graham dîyar kir ku ew nawazin di navbera Kurdan û Tirkan de cengek çêbe û da zanîn ku ger tiştekî wisa biqewime ewê ‘’têkoşîna dijî Dewleta Îslamî sist bibe û ewê bo Îranê jî bibe fersendek.’’

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihandibû ku fermandarên Amerîka yên li Sûrîyê naxwazin ku çekên Amerîkî yên di destên şervanên YPG’ê de bi şûn de werin sitandin.

Amerîka li Sûrîyê di têkoşîna DAIŞ’ê de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku YPG pêşengîya wê dike, hevkarîyê dike lê Tirkîyê wan ‘’rêxistinên terorîst’’ dihesibîne.

XS
SM
MD
LG