Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîkî Dibêjin Gotinên Rûsya yên Ser Vekişînê Ne Rast In


Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Amerîka bawer nake ku Rûsya ji sînorê Ukrayna leşker vekişandine.

Reutersê dîyar kir ku Washington guman dike ku Moskowê 7000 leşkerên din li sînor zêde kirine.

Karbidestekî payabilind yê rêvebirîya Serok Joe Biden bê ku delîl û hûrgilîyan bide dîyar kir ku gotinên Rûsya yên ser vekişînê ne rast in.

Wî karbidestê ku nexwest navê wî eşkere bibe da zanîn ku berovajî vekişînê, Rûsya 7000 leşkerên din şandine sînor û piraniya wan do Çarşemê derbazî wir bûne.

Karbidestê Amerîkî dîyar kir ku Rûsya bo cengê seferberîyê dike û da zanîn ku gotinên karbidestên Rûs yên ser kêmkirina girjîyê bi tenê îdia ne.

Wezareta Berevanî ya Rûsya do Çarşemê bi hin dîmenan dîyar kiribû ku hin leşker piştî hîndarîyan vedigerin bingehên xwe.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ji MSNBC re da zanîn ku yekîneyên krîtîk yên Rûsya ber bi sînorê Ukrayna ve diçin.

Serok Biden roja Sêşemê dabû zanîn ku li dora Ukrayna bi qasî 150,000 leşkerên Rûs bi cîh bûne.

XS
SM
MD
LG