Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: 200 Leşkerên Amerîkî Dê li Sûrîyê Bimînin


Qesira Sipî ragihand ku piştî vekişîna leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê dê bi qasî 200 leşkerên wê yên din li wî welatî bimînin.

Berdevika Qesira Sipî Sarah Huckabee Sanders got ku ‘’Bi qasî 200 leşker dê wek hêza aştîyê hîn demeke din li Sûrîyê bimînin’’

Ew leşkerên Amerîkî dê li kîjan herêmê û çiqas dem bimînin, hîn eşkere nebûye.

Serok Donald Trump di meha Berfanbarê de gotibû ku têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAŞ) li ber bidawîbûnê ye û gotibû ku ewê leşkerên xwe ji Sûrîyê vekişînin.

Li Sûrîyê niha pirtirê 2000 leşkerên Amerîkî hene û di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de hevkarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dikin.

XS
SM
MD
LG