Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hevbeş yên Amerîkî: Nûçeyên Îdia Dikin ku 1000 Leşkerên Amerîka Dê li Sûrîyê Bimînin Ne Rast In


Hêzên Hevbeş yên Amerîkî bi daxuyanîyeke ragihand ku nûçeyên îdia dikin ku Amerîka dê bi qasî 1000 leşkerên xwe li Sûrîyê bihêlîne ne rast in.

Di daxuyanîya nivîskî de hat gotin ku di plana vekişînê ji Sûrîyê de ti guherîn çênebûye û ewê li gor fermana Serok Donald Trump ya ser kêmkirina hêzên li Sûrîyê bixebitin.

Wall Street Journal (WSJ) dîyar kiribû ku danûstandinên bo herêma ewla ya li bakurê rojhilata Sûrîyê bi ser neketine û dabû zanîn ku Amerîka dê bi qasî 1000 leşker li wî welatî bihêlîne.

WSJ ji zarê karbidestên Washingtonê dabû zanîn ku Amerîka dê piştgirîya bo Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bidomîne û piştî ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi temamî têk bir dê bala xwe bide ser vekişîna ji Sûrîyê.

Hêzên Hevbeş yên Amerîkî herwiha dîyar kir ku danûstandinên bi Tirkîyê re dewam dikin.

Berpirsên Tirk di mehên borî de gotibûn ku ewê dijî herêmên li bakurê rojhilata Sûrîyê operasyonê li dar xin.

Li ser daxuyanîyên Tirkîyê, Trump dabû zanîn ku ew dikarin li Sûrîyê herêmeke ewle ya bi qasî 30 kîlometre çêkin.

WSJ di nûçeya xwe de dîyar kiribû ku ser herêma ewle ti lihevkirin çênebûye.

XS
SM
MD
LG