Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bloomberg: Şandeyeke Amerîkî û Karbidestên Tirk Dê Ser Radestkirina Gulen Biaxifin


Ajansa nûçeyan ya Bloombergê dîyar kir ku şandeyeke Amerîkî dê bo daxwaza Tirkîyê ya ser radestkirina Fetullah Gulen, serdana Enqerê bike.

Bloombergê ji zarê du karbidestên Tirk da zanîn ku şandeya Amerîkî dê li Enqerê, li wezareta dadê, ya derve û ya navxweyî hevdîtinan li dar xîne.

Li ber e ku şandeya Amerîkî roja Pêncşemê li Tirkîyê be û roja Înê jî ji wî welatî derkeve.

Gulen li Amerîka dijî û Tirkîye wî wek berpirsê hewila darbeyê ya sala 2016'an dibîne.

Hêjayî bîrxistinê ye, Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka John Bolton dê di 8’ê Rêbendanê de bi awayekî fermî serdana Tirkîyê bike.

XS
SM
MD
LG