Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Her Sê Hemwelatîyên Amerîkî Giheştin Washingtonê


Sê hemwelatîyên Amerîkî yên ku li Koreya Bakur desteser kirîbûn û piştî serdana Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo hatin berdan, giheştin Amerîka.

Serokê Amerîka Donald Trump li Bingeha Leşkerî ya Andrews, ku nêzî Washingtonê ye, pêşwazîya her sê hemwelatîyan kir.

‘’Îşev bo van mirovên hêja bi rastî şeveke pir taybet e. Ez spasîya Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un dikim," Trump got.

Wî dîyar kir ku ewê cîhê hevdîtina wî û Kim Jong Un heta sê royan eşkere bike.

Her sê hemwelatîyên Amerîkî, Kim Hak Song, Tony Kim û Kim Dong Chul spasîya hikûmeta Amerîka, Serok Trump û Pompeo û gelê Amerîka kirin.

Serokê Trump agahîya berdana her sê hemwelatîyan ji Twitterê ragihandibû.

XS
SM
MD
LG