Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Tixubê bi Meksîko û Kanada re Heta 21ê Adarê Girtî Dihêle

Virus Outbreak US Canada Border
Virus Outbreak US Canada Border

Hikûmeta Amerîkî îro Înê ragihand ku tixubê bejeyî ya bi Kanada û Meksîko re wê heta 21’ê meha Adarê ji rêwîtîya ne bingehîn re girtî bimîne.

Dirêjkirina qedexeya heyî ya 30 rojên din, biryara yekê ya rêvebirîya Serok Joe Biden e ku li ser rêkên xurtkirina pîvanên pêşîgir yên dijî vîrusa korona digere û dixwaze traafîka bejeyî sînordar bike.

Ji alîyê xwe ve, Kanada jî naxwaz e ku sînorên heyî sist bike jiber ku Ottawa jî tedbîrên bo pêşîgirtina belavbûna korona xurt kiriye.

Hikûmeta Kanadî niha ji rêwîyên bejeyî dixwaze ku berî têketina axa Kanada testa COVID-19 bikin.

Hikûmeta Amerîkî ji di 26’ê meha yek, Rêbendanê de şert danîbû ku testa hemî rêwîyên ku bi rêka esmanê digehijin Amerîka neyênî derkeve.

This item is part of
XS
SM
MD
LG