Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Wêneyekî Keştîya Firokhilgir a Abraham Lincoln belav kir û li Ser Nivîsa 'Aştî bi hêzê' belav kir

The Abraham Lincoln Carrier Strike Group
The Abraham Lincoln Carrier Strike Group

Fermandarîya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) çend wêneyên tevgera keştiya balafirhilgir a Abraham Lincoln û keştîyên leşkerî yên derdora wê weşand.

Îro roja Înê, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê çar wêneyên keştiya firokfirhilgir a Abraham Lincoln ku ber bi Kendava Farsê ve diçû weşand, ku weşandina van wêne ya hevdemin digel danustandinên nerasterast yên di navbera Amerîka û Îranê de li Omanê.

(CENTCOM) di peyamekê de got, "Girûpa êrîşê ya keştiya balafirhilgir a Abraham Lincoln ligel 2 keştiyên berhev kirina pêdivîyên leşkerî û 2 keştiyên parastinê, îro bi hev re dinav deryaya Erebî tevger dikirn di dema ku balafirên hêza asmanî ya 9ê ji bi ser keştiyan de difirîn."

Peyama (CENTCOM)ê bi "Aştî bi riya hêzê" bi dawî bû.

Keştîya firokhilgir a USS Abraham Lincoln û keştîyên pê re niha li avên Rojhilata Navîn, bi taybetî li nêzîkî Îranê, bi cih bûne. Ji ber mezinahî û şiyanên wê, keştîya firokhilgir wekî bajarekî li deryayê tê binavkirin.

Keştî bi enerjîya navokî dixebite û dikare 20 salan bêyî dagirtina sotemenîyê di kar de bimîne. Hêza wê ya navokî ji hêla du navendên navokî ve tê hilberandin ku dikarin enerjîya têr ji bo bajarekî biçûk peyda bikin.

Nêzîkî 5,700 kes li ser keştîyê hene, di nav wan de tîmên hêzên deryayî û esmanî, û herwiha tîmên teknîkî, lênêrînê bijîşkî, xwarin û paqijîyê. Ji wan, nêzîkî 2,500 kes di tîma hêzên esmanî de ne.

Keştî bi qasî 333 metreyan dirêj e, 77 metreyan pehin e û 75 metreyan bilind e, ku bilindahîya avahîyeke 20 qatî ye. Giranîya wê bi qasî 100,000 ton e û leza wê bi qasî 55 kîlometre di demjimêrekê de ye.

XS
SM
MD
LG