Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Aborînasên Amerîkî Bûn Xwedîyên Xelata Nobel a Aborîyê

Aborînasên Amerîkayî Robert E. Hall û Michael Woodford Xelata Nobelê ya Aborîyê birin.

Ev xelat ji ber modelên wan ên aborîyê hate dayîn ku alîkarîya hikûmet û bankên navendî dikin da ku li dijî qeyranên mîna enflasyon û kêmbûna enerjîyê rûbirû bibin.

Komîteya Nobelê dibêje ku, "Bi saya xebatên wan, em îro qeyranên mezin ên aborîyê ji berê hîn hêsantir û çêtir çareser dikin."

Komîte herwiha dibêje ku xebatên van herdu aborînasan, di dema belavbûna vîrûsa Koronayê û qeyranên enerjîyê yên salên dawî de sûdmend bûn.

Hall li zanîngeha Stanfordê ya wîlayeta Californiayê dixebite, û Woodford jî li zanîngeha Columbia ya li New Yorkê ye.

Bi dehan salan, hikûmetan li gor fikrên aborînasê Brîtanî John Maynard Keynes kar dikirin.

Li gora vê rêbazê, dema ku qeyranek çêdibû, hikûmetê bac kêm dikirin û xerciyên xwe zêde dikirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG