Breaking News

Raport: Amerîka ji ber Gefên Îranê Firokeyên Xwe ji Brîtanyayê Vekişandin

Rojnameya Wall Street Journal doh Duşemê raportek belav kir, tê de ragihand ku artêşa Amerîkayê firokeyên xwe ji bingeheke din a leşkerî ya Brîtanyayê derxistin.

Li gor raportê, ev biryar piştî gefeke Îranê hat girtin.

Berî çend hefteyan jî, Amerîkayê ji ber metirsîyên ewlekarîyê yên girêdayî Îranê, firokeyên şer ji bingeheke din a Brîtanyayê vekişandibûn.

Li gor nûçeya Wall Street Journal, Amerîkayê ji ber metirsîyeke Îranê du firokeyên xwe yên sotemenîyê ji bingeha RAF Mildenhall rakirin û birin Almanyayê, û paşê rojekê jî gelek firokeyên din veguhastin Almanyayê û cihên din.

Bi giştî, Amerîkayê 12 firoke ji bingeha RAF Mildenhall derxistin. Ji van neh firokeyên sotemenîyê yên KC-135 bûn ku çûn Almanya, Îspanya û Skotlandê, û firokeyên veguhastinê yên CV-22 Osprey bûn ku birin bingeha RAF Lakenheath, li gor agahîyên Wall Street Journal.

Ev gav piştî zêdekirina asta ewlekarîyê li bingehên leşkerî yên Amerîkayê li Brîtanyayê hat avêtin.

Di meha Îlonê de, Amerîkayê firokên xwe yên şer ji bingeha RAF Fairford derxistin ji ber ku çend kesan bi erebeyên xwe hewl dabûn nêzîkî bingehê bibin.

Meha borî, polîsên Brîtanî du kes li ser vê bûyerê girtin. Tawanbarîya li ser wan ew e ku yekî ji wan xwestîye alîkarîya îstîxbarata Îranê bike.

Li gor raporta Wall Street Journal, Amerîkayê asta ewlekarîyê li herdu bingehên xwe yên li Brîtanyayê, RAF Mildenhall û RAF Lakenheath, bilind kir û gihande asta duyem a herî bilind.

XS
SM
MD
LG