Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Supaya Pasdaran Nikare Rê li Ber Keştîyên Navneteweyî Biguherîne

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Çarşemê ragihand ku piştî gef û hewldanên dawî yên êrîşkirina ser keştîyên bazarganî û deryavanên bêguneh yên di Tengava Hormuzê re derbas dibin, Supaya Pasdarên Îranê hîn jî îdî'a dike ku divê deryavanên navneteweyî tenê wan rêyên ku ew dixwazin bi kar bînin.

CENTCOM'ê li ser platforma X'ê got ku Tengava Hormuzê rêyeke navneteweyî ye. Supaya Pasdaran nikare fermanê bide keştîyan û rêya wan biguherîne, ji ber ku divê tevgera keştîyan li wir azad û vekirî be.

CENTCOM'ê eşkere kir ku ji destpêka meha gulanê ve, hêzên wan alîkarî dane nêzîkî 1,000 keştîyan û 500 milyon bermîlên nefta xam daku di nav wê rêya Tengava Hormuzê re derbas bibin.

Hikûmeta Amerîka berdewam ceza li ser wan keştî û kompanîyên Îranî dibre yên ku tevgera keştîyan di Tengava Hormuzê de xirab dikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG