Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Duşemê hişyarîyeke tund da Îranê û ragihand ku “her carê ku Îran leşkerên Amerîkayê bikuje, dê çend qatan zêdetir baca wê bide.”
Serok Trump li ser platforma Truth Social got ku “Ev ferman ji Wezîrê Cengê Pete Hegseth, Serokê Fermandarîya Giştî ya Artêşa Amerîkayê Daniel Caine û hemû fermandarên leşkerî re hatîye ragihandin.”
Daxuyanîya Serok Trump piştî wê yekê hat, ku Wezareta Cengê ya Amerîkayê nasnameya herdu leşkerên Amerîkî yên ku di êrîşeke Îranê de li Urdunê hatibûne kuştin, eşkere kir.
Ew leşker Tyler James Feehan û Isabella Gonzales ne.
Serok Trump li ser platforma Truth Social herwiha eşkere kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi ti awayî, dema ku li Amerîkayê be, nayê desteserkirin ji ber ku "ew li dijî rejîma Îranê şer dike."
Axaftina Trump tê wek bersiv bo gefeke şaredarê bajarê New Yorkê Zohran Mamdanî ku tê de dibêje dibe ku ew fermana girtina Netanyahu bide dema serdana bajêr bike.
Serokê Amerîkayê got ku rejîma îranê "52,000 xwepêşanderên bêguneh kuştine, û 47 salên borî bi kuştina leşkerên Amerîkî û mirovên din derbas kirine."