Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Eger Hatim Terorkirin, Rênimyên Bombekirina Îranê Hene

Serokê Amerîkayê Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di daxuyaniyeke taybet de ji bo rojnameya New York Postê behsa planên berdewam ên Îranê yên ji bo kuştina xwe kir.

Serok Trump ragihand, ''Eger tiştekî wisa çêbibe, min fermanên pêwîst hiştine da ku wan wisa bombebaran bikin ku ti carî tiştekî wisa nedît be.''

Wî got, ''Plana Îranê ya ji bo kuştina min ne nû ye û ew demeke dirêj e ku hewla vê yekê didin.''

Rojnameya Wall Street Journal roja Pêncşemê ragihand ku Îsraîlê agahîyên îstîxbaratî dane Amerîkayê li ser planeke nû ya Îranê ya ji bo kuştina Serokê Amerîkayê.

Serok Donald Trump roja Çarşemê di civîna NATOyê de behsa heman mijarê kir û got ku jiyana wî di metirsiyeke mezin de ye û ew armanca sereke ya rejîma Îranê ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG