Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump 2 Biryarên Nû yên li ser Mafê Welatîbûna Amerîkayê Îmze Kirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê du biryarên taybet ji bo dayîna welatîbûna Amerîkayê ji bo wan zarokên ku li Amerîkayê ji dayik dibin îmze kirin.

Li gor biryara yekem, ew zarokên ku dê û bavên wan biyanî ne û navên wan di lîsteya jêrîn de hene, nasnameya Amerîkayê nadin wan, her çend li Amerîkayê ji dayik bibin jî.

Biryara yekem zarokên karmendên balyozxaneyên welatan ên li Amerîkayê, zarokên kesên endamên rêxistinên terorîst û wan kesên ku bi rêya xapandinê hewla bi destxistina nasnameya Amerîkayê didin ji bo zarokên xwe, digire nav xwe.

Biryara duyem a Serokê Amerîkayê Donald Trump rê li ber dayîna nasnameyê ji bo zarokên wan kesan digire ku ji bo geştyarîyê tên Amerîkayê, lê armanca wan a sereke ew e ku zarokên wan li wir ji dayik bibin da ku nasnameya Amerîkayê bi dest bixin. Qanûnên taybet ên vîzeyê dê rê li ber van hewldanan bigirin.

Eger karbidestê vîzeyê di dema hevpeyvînê de gumanê ji kesên ducanî bike, êdî vîzeyê erê nake.

Serok Trump û Cîgirê Serok JD Vance ragihandin ku ewê biyarên nû bidin da ku rê li ber biyanîyan bigirin ku vî qanûnî wek fersendekê ji bo nasnameya zarokên xwe bi kar bînin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG