Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeke Karsazên Amerîka-Kurdistan û Amerîka-Sûrîyê Serdana Hewlêrê Kir

Şandeke karsaz û nûnerên kompanîyên Amerîkayê îro Çarşemê serdana Hewlêrê kir.

Armanca vê serdanê ew e ku karên aborî û bazirganî yên kompanîyên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Sûrîyê pêş bixin.

Ev şanda karsazan ligel gelek rayedarên bilind ên herêmê civîya, ku yek ji wan jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî bû.

Karbidestê Şandina Karsazên Amerîka-Kurdistanê David Tafuri di hevdîtineke ligel rojnamevanan de got: "Em kêfxweş in ku kompanîyên Amerîkî di vê komê de hene. Kompanîyên ku hatine Kurdistanê û di karên xwe de bi ser ketine, divê bibin mînak û li Sûrîyê jî veberhênanê bikin. Herwiha divê ew Herêma Kurdistanê wekî navenda xwe ya sereke bi kar bînin da ku derfetên kar li Sûrîyê bişopînin."

Tafuri da zanîn ku rakirina cezayên Amerîkayê yên li ser Sûrîyê, ji bo karsazên Amerîkî derfeteke nû ya kar e.

Di hevdîtina ligel rojnamevanan de, Serokê Şanda Karsazên Amerîka-Sûrîyê Wail Ziyad jî bal kişand ser geşbûna karsazîya taybet û derfetên weberhênanê li Sûrîyê.

Ziyad got ku "Em dikarin gelek tiştan ji ezmûna Herêma Kurdistanê fêr bibin. Ez dizanim ku li vir gelek karsaz hene ku dixwazin li Sûrîyê kar bikin an jî dest bi karê xwe kirine. Ji ber vê yekê, wekî şand, em kêfxweş in ku bibin alîkar an şêwirmend da ku ew derbasî bazara Sûrîyê bibin. Armanca me ew e ku em li seranserî herêmê bi rengekî hevpar bixebitin da ku qezenc bigihîje her kesî."

Rayedarên Herêma Kurdistanê jî diyar kir ku ew amade ne hemû hêsankarîyan ji bo van karsazan bikin.

Serokê Odeya Bazirganîyê ya Hewlêrê Geylan Hacî Seîd jî hatina vê şandinê wekî gaveke girîng dît û got ku ev serdan dê têkilîyên aborî yên di navbera herdu alîyan de xurttir bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG