Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkayê Ceza Danîn Ser Alîgirên Hizbullahê Yên Li Libnanê

FILE PHOTO: Signage is seen at the United States Department of the Treasury headquarters in Washington, D.C.
FILE PHOTO: Signage is seen at the United States Department of the Treasury headquarters in Washington, D.C.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê îro Pêncşemê ragihand ku wê cezayên nû danîne ser neh kesan li Libnanê, ji ber ku van kesan rê li ber pêvajoya aştîyê girtine û astengî çêkirine ku Hizbullah çekên xwe deyne.

Di daxuyanîya Wezareta Xezîneyê de hat gotin ku ev berpirsên ser bi Hizbullahê ve, di nav meclîs, artêş û dezgehên ewlekarîyê yên Libnanê de cih digirin. Ew hewl didin ku bandor û hêza vê koma ku Îran piştgirîya wê dike, di nav sazîyên sereke yên Libnanê de biparêzin.

Yek ji wan neh kesên ku ceza li ser wan hatine danîn, Balyozê Îranê yê ji bo Libnanê Mihemed Reza Şeybanî ye, ku Wezareta Derve ya Libnanê ew wekî "kesê nexwestî" ragihandîye.

Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent got “Hizbullah rêxistineke terorîst e û divê bi tevahî bê bêçekkirin.”

Bessent herwiha got “Emê herdem wan berpirsên ku ketine nav hikûmeta Libnanê ceza bikin, ji ber ku ew dihêlin Hizbullah êrîşî gelê Libnanê bike û rê li ber aştîyê bigire.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî derbarê van cezayan de daxuyanîyek belav kir û got ku xelateke heta 10 milyon dolaran dide her kesê ku agahîyan bide daku rê li ber çavkanîyên darayî yên Hizbullahê bê girtin.

Herdu wezaretan tekez kir ku her kesê hewl bide serxwebûna Libnanê binpê bike, Amerîka dê wan berpirsîyar bibîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG