Breaking News

Amerîkayê 3 Kes bi Tawanên Bombekirin û Fînansekirina Terorê Tawanbar Kirin

Wezareta Dadê ya Amerîkayê roja Sêşemê, 10’ê Mijdarê, daxuyanîyek belav kir û ragihand ku wan sê kes bi tawanên terorê tawanbar kirine.

Wezaret eşkere kir ku ev kes Mihemed Baqir Se'id Dawûd Se'îdî, ku welatîyê Îran û Îraqê ye, Muhsin Muhacirî, ku welatîyê Îranê, û Mihemed Elî Hesenî, ku welatîyê Îraqê, ye.

Li gor daxuyanîyê, van kesan ji bo piştgirîya Ketaîb Hizbullah û Supaya Pasdarên Îranê (IRGC) çalakî encam dane.

Tê gotin ku van hersê kesan, li seranserî Ewropa û Amerîkayê tevlî nêzîkî 20 êrîş û hewldanên êrîşan bûne.

Herwiha wan di Îlona 2026’an de planek amade kiribû ku êrîşî bingeheke esmanî ya leşkerî ya Brîtanyayê, RAF Fairford, bikin, ku leşkerên Amerîkayê lê diman.

Wezîrê Dadê yê Amerîkayê Todd Blanche ragihand ku “Her kesê ku planekê bike da ku êrîşî bingeheke leşkerî ya leşkerên Amerîkayê bike, wê ji alîyê hikûmeta Amerîkayê ve were dadgehkirin.”

Ji ber hişyarîyên ewlekarîyê yên derbarê gefên Îranê de, artêşa Amerîkayê firokeyên xwe yên şer ji bingehên leşkerî yên Brîtanyayê vekişandin.

XS
SM
MD
LG