Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsyayê Mamosteyê Amerîkî Stephen Hubbard Azad Kir

Rûsyayê roja Çarşemê mamosteyê xanenîşîn ê Amerîkî Stephen Hubbard ku zêdetirî çar salan bû yê girtî azad kir.

Rûsyayê ew tawanbar dikir ku wî wekî leşkerê bi pere ji bo artêşa Ukraynayê şer kirîye.

Hikûmeta Amerîkayê diyar kiribû ku Hubbard ê 74 salî bi nehaqî hatîye girtin. Hêzên Rûsyayê ew di sala 2022’an de li bajarê Izyum yê rojhilatê Ukraynayê girtibûn, ku di wê demê de di bin desteserkirinê de bû.

Ji bo Hubbard nêzîkî heft salan ceza lê hatibû birîn.

Azadkirina Hubbard di heman demê de hat dema ku nûnerê Amerîkî Steve Witkoff roja Çarşemê li bajarê San Petersburgê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civîya.

Witkoff spasîya Putin kir û got “Ji ber azadkirina Stephen Hubbard, hemû gelê me spasîya we dike. Bi xêra we, ew vedigere mala xwe, bo nav malbata xwe.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê diyar kirbû ku wî bi Putin re axivî ye û daxwaza azadkirina Hubbard kirîye.

Serok Trump herwiha îro Çarşemê li ser platforma Truth Social parve kir ku Amerîkayê di berdêla azadkirina Hubbard de ti tişt nexistîye destê Rûsyayê û got ku divîyabû Hubbard berê her zû bihata berdan.

Trump di peyama xwe de nivîsî: "Stephen, bi xêr hatî mala xwe, vegera te li ser xêrê be."

Li gor daxuyanîya ku ji alîyê parêzerên wî ve hat parvekirin, malbata Hubbard diyar kir ku ew “şa ne û spasdar in ku Stephen azad e.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG