Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Zelensky li NATO'ê Civîyan

Serok Trump û Serok Zelenskyy
Serok Trump û Serok Zelenskyy

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê li Enqereyê, di Hilcivîna NATO'ê de ligel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky civîya.

Di dema hevdîtina navbera herdu serokan de, Trump anî ziman ku Ukrayna û Rûsya herdu jî dixwazin bigihin peymanekê.

Trump got, "Me gelek şer dane sekinandin. Bi dîtina min diviyabû ev şer ji hemûyan hêsantir bûya, fêmkirina Putin zehmet e û fêmkirina Zelenskyy jî zehmet e."

Zelensky ji Trump re got, "Ez bawer im tu yê her tiştî bikî ji bo ku tu vî şerî bisekinînî."

Trump herwiha destûr da Ukraynayê ku mûşekên Patriot hilberîne û bikarbîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG