Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîkayê Raporta Zelalîya Darayî ya 2026'an Belav Dike

Wezareta Derve ya Amerîkayê Raporta Zelalîya Darayî ya 2026'an belav kir, tê de diyar kir ka çawa Wezareta Derve çavdêrîya aborîyên welatên din dike û mercên pêwîst destnîşan dike.

Li gor van mercan, divê belgeyên serekî yên budceyê ji bo gel eşkere bin, temam bin û bi giştî bicih û rast bin. Ev merc bi şêwirmendîya sazîyên din ên fermî re hatine nûkirin û bihêzkirin.

Ev raport çavdêrîya 139 welatan li nav xwe digire ku heman hejmara ku cara yekem di raporta sala 2014'an de hatibûn destnîşankirin. Raport herwiha nîşan dide ku wan hikûmetan di navbera 1'ê Çileyê û 31'ê Berfanbara 2025'an de ji bo gihîştina van mercan gaveke mezin û berçav avêtine an na.

Li gor Beşa 7031(b)(2) ya raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê, divê wezaret biryara xwe nû bike ji bo her hikûmetekê ku negihîştîye mercên pêwîst. Ev beş ji wezaretê dixwaze ku bi zelalî diyar bike ka van hikûmetan pêşketineke mezin çêkirine an na.

Wezareta Derve dibêje "Zelalîya Darayî" bawerîya aborîyê xurt dike û agahîyên li ser budceyê eşkere dike da ku gel karibe çavdêrîya serok û hikûmetên xwe bike. Ev rewş rê li ber nîqaşên giştî yên baştir vedike.

Di nav raporta 2026'an de, wezaret gihîşt wê encamê ku ji 139 welatan, û Desthilatdarîya Filistînê, yên ku hatine nirxandin, 73 hikûmetan mercên pêwîst ên zelalîya darayî bicih anîne û 67 hikûmetan ev merc bicih neanîne. Lê belê, ji van 67 welatan, 14 ji wan ji bo gihîştina van mercan pêşketineke berçav pêk anîne.

Wezaretê eşkere kir ku hikûmeta Sûrîyê niha di nav vê nirxandinê de nîne.

Wezaretê herwiha nirxand ku Tirkîye yek ji wan hikûmetan e ku mercên pêwîst ên zelalîya darayî ya 2026'an bicih anîye.

Li gor nirxandinê, hikûmeta Îraqê mercên pêwîst ên zelalîya darayî bicih neanîne û ti pêşketineke mezin jî çênekirîye.

Hêjayî gotinê ye ku Îran di vê raportê de cih nagire.

This item is part of
XS
SM
MD
LG