Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bessent: Îran dê ji Alîyê Aborî ve bi her Awayî Were Dorpêçkirin

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent di daxuyanîyên xwe yên herî dawî de doh ragihand ku Amerîka dixwaze li dijî rejîma Îranê zincîreyek pêngavan aborî yên giran bavêje ku berê qet nehatine dîtin.

Bessent di hevpeyvîneke televîzyonî a bi kanala Newsmax re got "Hefteya bê li benda nûçeyên zêdetir bin li ser vê mijarê. Ji ber ku em ê hin gavan bavêjin ku di dîroka dorpêçkirina aborî ya welatekî de nehatiye dîtin."

Wî herwiha got ku ev pêngav dê bibe astengkirineke aborî ku cîhanê berê mîna wê nedîtîye. Ligel vê jî, dorpêçkirina Tengava Hormuzê dê berdewam bike ku nahêle ti keştî bikeve benderên Îranê an jî ji wan derkeve.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Yekşeme ji malpera Axios re gotbû"Em bêdeng pêş ve diçin, em nîv-danûstandinan bi wan re dikin. Em tenê li rewşa Îranê dinêrin ku rastî enflasyoneke mezin hatîye û pereyên wan tune ne."

Serok Trump herwiha diyar kir ku eger lihevkirineke bilez ji bo vekirina Tengava Hormuzê çênebe, ewê dîsa êrîşî Îranê bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG