Ajansa Reuters li gor karbidestekî Îranî îro Duşemê ragihand ku navbeynkaran planek pêşkêş kiriye da ku alozîya bi Amerîkayê re kêm bibe.
Li gor raportê, di planê de agirbesteke 10 rojan heye. Armanc ew e ku rêyên nû bibînin da ku peymana meha borî ya di navbera Amerîka û Îranê de dîsa zindî bibe.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê berê gotibû ku wan bi rêya navbeynkaran pêşnîyar wergirtine.
Ev daxuyanîya Îranê di demekê de tê ku alozîya leşkerî ya di navbera Amerîka û Îranê de roj bi roj gurtir dibe.
Îsmaîl Beqayî îro Duşemê di civîneke rojnamevanîyê de, bêyî ku hûrgulîyan bide, got ku di çend rojên borî de hinek pêşnîyar ji alîyê çend navbeynkarên cuda ve gihîştine Îranê.
Ev alozîya dawî piştî wê yekê destpê kir ku Îranê êrîşî keştîyên bazirganî yên li Tengava Hormuzê kir.
Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio got ku Amerîka hîn jî ji diplomasîya bi Îranê re vekirî ye.
Rubio, bêyî ku hûrgulîyan bide, diyar kir ku Îranê bi awayekî rasterast an jî bi rêya welatên navbeynkar nîşanên ku dixwaze danûstandinan bike, berdewam ji Amerîkayê re şandine.