Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bessent: Rêkeftina di Navbera Washington û Tehranê de Nêzîk e

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku îhtîmal heye Washington û Tehran di çend rojên pêş de bigihîjin rêkeftinekê.

Li gor wî, dibe ku ev rêkeftin agirbesteke 30 heta 60 rojî û vekirina Tengava Hormuzê jî tê de hebe.

Bessent êvara Pêncşemê di hevpeyvînekê de ligel kanala 12 News AZ, derbarê geşedanên girêdayî rejîma Îranê de got "Ez bawer dikim ku emê di nêzîk de rêkeftinekê bibînin, dibe ku îro yan jî sibê be. Ev ê bibe agirbesteke 30 heta 60 rojî û vekirina Tengava Hormuzê jî beşek ji wê ye."

Di vê hevpeyvînê de, Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê herwiha bal kişand ser rewşa aborî ya Îranê û got “Rejîma Îranê di nav tengasîyeke aborî ya giran de ye.”

Wî eşkere kir ku enflasyona xwarinê li Îranê gihîştîye nêzîkî 150% heta 180%î û hikûmeta wî welatî nikare mûçeyên hêzên xwe yên leşkerî bide.

Di berdewamîya axaftina xwe de, Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê da zanîn ku fişarên aborî yên li ser Îranê zêdetir bûne. Wî got ku cezayên aborî rê li ber hikûmetê digirin ku bigihîje çavkanîyên xwe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG