Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî civîna bi şêwirmendên xwe yên ewlekarîya neteweyî re, ragihand ku ewê di nêzîk de biryarê bide ka dê êrîşên mezin li ser Îranê destpê bikin an na.
Roja Pêncşemê, 5’ê Mijdarê, dema ku rojnamevanan li Koşka Spî derbarê operasyonên leşkerî de ji Trump pirsîn, wî got: "Ez naxwazim mayîna wî welatî xira bikim, lê dibe ku ez neçar bim vê bikim. Hûn ê nêzîk de bi vî tiştî bizanibin."
Serokê Amerîkayê herwiha got ku ew niha li ser vê yekê difikirin û biryarê didin da ku piştrast bibin ku ev tişt careke din dubare nabe.
Trump destnîşan kir ku artêşa welêt ji bo operasyoneke nû bi tevahî amade ye û got: "Eger em neçar bin ku karê Îranê biqedînin, çekên me amade ne û em di her alî de amade ne."
Ev daxuyanîyên nû yên Serokê Amerîkayê di demekê de tên ku danûstandinên nerasterast û germ di navbera Îran û Washingtonê de, bi navbeynkarîya welatên herêmê, berdewam dikin.
Di çend hefteyên borî de, raport herdem dibêjin ku Amerîka dikare êrîşên mezin piştî hilbijartinên Kongreşê destpê bike. Wan hilbijartinên ku tê de Demokratan kontrola herdu meclîsên Kongresê girtin destê xwe.
Dema ku ji Trump pirsîn derbarê raportên li ser pêşnîyazên nû yên navbeynkarên bernameya navokî ya Îranê, wî got: "Ew bêyî destûra me tiştekî nakin. Tiştê ku min got bîne bîra xwe: Îran ti carî nabe xwedîyê çeka navokî."
Li ser pirsa rojnamevanekî ku gelo wî ew pêşnîyazên ku Îran li ser difikire dîtîye ya na, wî got: "Ne girîng e ew li ser çi difikirin, ew nabin xwedîyê çekê navokî. Ew bi xwe jî vê dizanin û ez jî dizanim."