Li dadgeha federal a Brooklynê, roja Sêşemê Dadwerê Herêma Amerîkayê Eric R. Komitee cezayê 330 meh, anku 27 sal zîndankirin li Asif Merchant birî.
Wezareta Dadê ya Amerîkayê daxuyanîyek belav kir û eşkere kir ku ev ceza ji ber hewldana encamdana kiryareke terorîstî ya derveyî sînoran û hewlên kuştinê bi kirê hat danîn.
Merchant, ku welatîyê Pakistanê ye, endamekî rahênankirî yê hêza terorîstî a cîhanî ya Supaya Pasdarên Şoreşê yên Îranê (IRGC) ye.
Merchant di Adara 2026’an de ji alîyê desteyeke dadweran a federal ve hat tawanbarkirin ku ew çûye Amerîkayê da ku li ser axa Amerîkayê kuştinên siyasî rêk bixe.
Wezîrê Dadê yê Amerîkayê Todd Blanche got: “Karmendekî ku ji bo Îranê kar dikir ku hatibû Amerîkayê da ku hewldana kuştina Serok Trump rêk bixe, ji ber karê xwe yê tawanbar bi awayekî dadperwerane hat cezakirin.”
Li gor daxuyanîya Wezaretê, Merchant bi xwe got ku ew bi dilxwazî bû endamê Supaya Pasdaran. Paşê ew çû Amerîkayê û li ser navê wan pere dan kujeran ên bi kirê da ku karbidestên Amerîkî bikujin.
Wî got ku armanca sereke Serokê Amerîkayê Donald Trump bû, lê dibû ku Joe Biden û Nikki Haley jî di nav de bûna.
Merchant got ku ev plan ji bo tolhildana kuştina fermandarê Îranî Qasim Silêmanî bû, ku di sala 2020’an de ji alîyê Amerîkayê ve hatibû kuştin.