Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeke Libnanê ji bo Danûstandinên bi Îsraîlê re Çû Romayê

Tîma danûstandinan a Libnanê îro Duşemê çû Romaya ya paytexta Îtalyayê.

Hat destnîşankirin ku xula heftemîn a danûstandinan bi navbeynkarîya Amerîkayê, ji roja Sêşemê heta Pêncşemê li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Romayê birêve diçe.

Rojnameya Şerq el-Ewset li ser zarê çavkanîyeke Libnanî ragihand ku şanda Beyrûtê daxwaza agirbesteke tam dike. Pêşnîyara Libnanê rawestandina hemû şer û pevçûnan û garantîya Amerîkayê ye, daku Îsraîl bajarok û gundên ku kontrol kirine wêran neke.

Li gor heman raportê, Îsraîlê peyamek ji bo Washingtonê şandîye û gotîye ku divê Hizbullah tavilê hêzên xwe ji herêma Girên Elî Tahir vekişîne.

Îsraîl amade ye rê bide artêşa Libnanê da ku bibe navbeynkar ji bo valakirina wî cihî, lê belê ragihand ku eger ev hewldan bi ser nekeve, ewê bi tevahî dest deynin ser wî cihî.

This item is part of
XS
SM
MD
LG